Seitentitel

 
Teknolojîk  Demeke dirêj bû ku li ser kovara komputergerî xebat hebû.Li vê heftîyê hejmara yekemîn a kovara komputerî bi navê PcKurd derket.Ev ji bo komputeriya Kurd gaveke mezin û girîng e.

Di hejmara yekemîn a kovarê de dersên html , php û malpersazî hene.û di cdya kovarê de jî nivîsbarên
ku ji kurdî re hatiye wergerandin hene.Ji bo hemû gelê kurd re ser xêrê be.



wêne ji = 

http://www.pckurd.net

http://www.pckurd.com/

http://www.oxiro.pckurd.net/index.php

http://ku.wikipedia.org/wiki/Ser%C3%BBpel

http://www.ozgurbelediyecilik.com/

http://www.celadet.com/

http://www.bedirxani.com/

http://www.kurdis.net/

-----------------------------------------------------------------------------------------------

Flash mp3 Player ji bo malpersazî
Dîrok: 03.06.2005 Saet: 17:24 Nivîs ji: OmeriKeles

Nerîna pêþîn
 

Heger tu li ser derfetên duhdarkirina musike ji bo mevanên malpera xwe disekine FLAM Player jibîr neke. FLAM Player Scriptek Flash ku li ser bingeha PHP-MySQL hatîye damezerandin. Berî her tiþtî Scriptek belaþ û ji terefê Mambo Awards hatîye xelatkirin.

Sazkirina FLAM Player li gor hemû gûmanên me hêsantir bû, Sazkirin nezîkî 10 deqîqeya kiþand dûv sazkirine em bi þîfreya admin ketin rûpela rêvebirine ji bo qeydî û guhertinan musîka, di þaxê rêvebirine de te rastî çend funksîyone çalek bibe lê ya helî çalektir li gorî bawerîya me funksîyona biservekirina girêdanek li der bû ku yek dikarîbe tenê navnîþana mp3 bikarbîne, ez bawerdikim gelek vê kefa van jêre be, bi gotinek din heger çend stranên te li cîheki din an jî di malperek din de be, tu tenê dikare navnîþana ve mp3 di þaxe rêvebirina musike pêvebike.

Þaxê rêvebirine jî li gorî bawerîya me gelekî safî û hêsanî bû, lê mixabin tenê yek dikare drûvê mp3 bikarbîne, bele ez bawerdikim piranîye musîke tu bikarbîne û li ser internet giringtirîn derbasdar mp3 ye, me stranek Swaro.wma bi bernameyek din qûlupand mp3 û di þaxê admin (rêvebir) de xwest lêbarbikin lê çênebû me dît sînorek 2 mb ji bo mezinbûna mp3 heye, çaxe ku me rêberîya bikaranînê xwend me fehmkir berhemdarên FLAM Player FTP minasiptir dibînin. Me Strana Swaro bi alîkarîya Bernameyek FTP xist nav dosîyek Musik di malperê de.

Rûbayîya FLAM Player vekî Winamp e, heger tu li ser çareserîyek musîke di malpera xwede difikire serdanî malpera FLAM Player bik.

Rûpela ceribandina me ji bo ve: FLAM Player di lêgoorîn de
Malpera FLAM Player

 

 

 

Paceyên komputerê bi kurdî got 'merheba'

ImageKomeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman (KARGER) û Koma PC Kurd ji bo xizmetê ji bikarînerên kurd ên komputurê re bikin

 


Paceyên komputerê bi kurdî got 'merheba'

MEHMET ALÎ ERTAŞ


Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman (KARGER) û Koma PC Kurd ji bo xizmetê ji bikarînerên kurd ên komputurê re bikin, bingeha nivîsbariya kurdî ava kirin. Piştî xebata 2 salan û beşdariya 13 komputergeran niha alternatîfa Windowsê bi kurdî derket. Êdî her kes dikare bi hêsanî, ewledar û belaş komputrê bi kar bînin. Linux îro li cîhanê ji aliyê dewletên herî pêşketî ve jî tê bikaranîn. Hem ji windowsê hêsantir e hem jî pêşketina wê roj bi roj e.

Projeyê du sal berî niha bi Koma PC Kurdê dest pê kiribû. Dûre hinek endamên komê li Amedê bi navê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman saziyek ava kir. Lê ji ber ku derfetên wan nîn in, serî li Şaredariya Surê dan û şaredariyê derfetên xwe pêşkêşî komeleyê kir. Di encama xebata du salan berî niha dest pê kir dew 'Linuks Ubuntu' bi awayekî fermî hate weşandin. Saziyên Linuksê yên Ewropayê niha CD'ya Linuksa Kurdî dişîne navnîşana hemû kesên ku dixwazin. Heta bi lêçûna kargoyê jî li ser saziyê ye. Êdî her komputergerê kurd dê bikaribe komputurê bi kurdî, bi hêsanî, belaş û ewledar bi kar bîne.

Di nav 162 zimanan de kurdî bû 69'emîn

Serokê Kargerê Rêzan Tovjîn der barê taybetiyên Linux û girîngiya projeyê de hin agahî dan û wiha got: "Li Ewropayê gelek sazî di vî warî de hene. Saziyên Ununtuyê jî hene, heta weqfên wê hene. Hevalê me Erdal Ronahî ku bixwe ne kurd e, ji bo

pejirandina zimanê kurdî gelekî têkoşiya ye. Bi alîkariya vî hevalê me yê enternasyonalîst ê kurdî jî kete nav 162 zimanên

cîhanê û bû zimanê 163'mîn. Piştî salekê di nav ewqas ziman de kurdî gelek zimanên lawaz li pey xwe hişt. Lê piştî ku

me Karger ava kir kurdî di her hefteyê zimanekî cîhanê li pey xwe hişt. Niha zimanê kurdî di nav 163 zimanan de bûye 69'mîn.

Bi giştî 13 hevalên me di wergerê de dixebitin, lê divê ez bêjim ku bi tena serê xwe îro Elîxan Loran nîvê wergeran pêk aniye. Piraniya kurdan Windowsê bi kar tînin. Wîndows bi pranî bi korsan tê bikaranîn. Heta îro derfeteke din jî tunebû. Lê îro hem sîstemek ji Windowsê çêtir heye hem jî bi kurdî ye. Dema ku Tirkiye têkeve nav Yekîtiya Ewropayê kesên ku Windowsê korsan bi kar tînin dê ceza bixwin. Niha jî gelek kontrolên di vî warî de tên kirin."

Rayedarên Kargerê radihandin ku heta niha tu saziyên kurdan ên Nivîsbariya Azad û Çavkaniya Vekirî tune bû û Karger saziya yekem e. Rayedar tînin ziman ku ew niha hewl didin ku têkiliyan bi saziyên Ewropî re xurt bikin û Kargerê di vî warî de bikin navnîyaneke kurdan.

'Ji Azadiya Welat dest pê kir'

Tovjîn, bi bîr xist ku xebatên komputergeriya kurdî ne xwediyê dîrokeke dûdirêj e. Tovjîn, da zanîn ku di sala 2004'an de ku komek komputergerên kurd dibînin li ser rûpelên malpera Azadiya Welat bernameyeke komputerê bi kurdî hate weşandin, gelek civîn li ser înternetê dest pê kirin. Tovjîn, daxuyand ku Koma Pc Kurd jî wê demê hate avakirin. Tovjîn, der barê encama Linux Ubuntu de diyar kir ku proje heta niha ji sedî 10 ketiye jiyanê û ew hewl didin ku heta meha kewçêrê amadehiyan biqedînin û CD'yên Ubuntu li hemû bajaran belaş belav bikin. Tovjîn taybetmendiyên Ubuntu ya Kurdî wiha rêz kir: "Bi temamî her tişt bi kurdî ye, mesenger, Word û Exel, klavyeya F û Q ya kurdî. Peyamhiner û office bi kurdî ye. Kontrola nivîsa kurdî heye û bernameyên grafîkê bi kurdî tên amadekirin. Hemû taybetmendiyên pergalê bi kurdî tên kirin."

'KARGER wîndowsê pêşniyar nake'

Tovjîn, bikarhênerên komputurê yên kurd jî hişyar kir û daxuyand ku ew Pergala Wîndowsê zêde ewledar û rast nabînin. Tovjîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: "KARGER kampanya Wîndowsa kurdî ji bo kurdan zêde watedar nabîne. Çima Windows? Gelo hêsantir e, an ewledar e? Gelo Windows belaş e, an li hember virusan gelekî xurt e? Ez fam nakim ku kurd ew qasî doza Windowsê dikin. Hem ne azad e hem jî pirsgirêkên wê yên wîrûs û ewlekariyê gelek in. Li aliyê din bi gelek pereyan tê firotin. Ev jî ne bes e, guhertinek biçûk piştî 5 salan çêdibe û mirov hem pere dide hem jî 5 salan li hêviya kêfa wan dimîne. Dema ku versiyonek nû derdikeve jî divê dîsa mirov bikire. Linuks ji ber vê yekê pêşerora nivîsbariya kurdan e. Heke em dixwazin kurd di warê teknîk de di nav neteweyên pêşketî de cihê xwse bigire divê Linuksê bi kar bîne. Belaş e, azad e, derdê virusan nîn e, hêsan e û her roj pêşde diçe."

'Şaredariya Surê Linuks Ubuntu bi kar tîne'

Mudûriyeta Çapemeniyê ya şaredariya Surê ji bo di xwebatên xwe de kurdiyeke serast bi kar bîne li ser komputerên xwe Linuks Ununtu ya kurdî saz kir. Rayedarên şaredariyê der barê Linuks Ubuntu de gotin ku ew di nav xebatên xwe de mecbûr in ku gelek tiştan bi kurdî binivîsin û ji ber ku Windows redaksiyona kurdî nake wan Ubuntu saz kiriye. Rayedar tînin ziman ku kalîteya rastnivîsa kurdî bi saya Ubuntu gelekî çêtir bûye.

Li aliyê din li ser vexwendina Kargerê Serokê Enstîtuya Kurdî Samî Tan jî roja 28'ê gelawêjê hate Amedê û li ser Ubuntu ya

kurdî bi Serokê Kargerê Rêzan Tovjîn re civînek li dar xist. Di encama civînê de biryar hate girtin ku heta 10'ê meha kewçêrê çewtiyên ziman ên Ununtu di navbera herdu sazî û Koma Pc Kurd de were serastkirin.

Amadekar:Presskurd

Çavkani:DİHA

2006-09-04 

 


Gratis Homepage von Beepworld
 
Verantwortlich für den Inhalt dieser Seite ist ausschließlich der
Autor dieser Homepage, kontaktierbar über dieses Formular!