Seitentitel

 

Şer derbasî kolanên Batmanê bû (video)

Weşandin:30/3/2006 saet 15:27


Gorî agahîyên ketine destê me vê sibêhê li bakurê Kurdistanê li bajarê Batmanê bi deh hezaran kes derketine kolanan û di navbera wan û hêzên dewleta tirk de şer derketiye.


 

Li gora agahîyên ketine destê me vê sibêhê li bakurê Kurdistanê li bajarê Batmanê bi deh hezaran kes derketine kolanan û di navbera wan û hêzên dewleta tirk de şer derket.

 Video liser NetKurd

 

Gorî çavkanîyên me camên dikanan hatine şikenandin, banka hatine talan kirin, dibistan hatine şewitandin. Esker, polîs û tîmên taybet ketine  kolanan û dengên derban tên. Gel bi keviran êriş dike û hêzên dewletê jî bi çekan û bi bombeyên gazê bersîvê didin.

 

Dîsa tê ragihandin ku teqînek mezin jî çê bûye û tê îddîakirin  ku  ev bûyer ji bona hilanîna heyfa kuştiyên Amedê pêk hatine.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Amadekar:Welat Azad
Çavkanî :
Netkurd

Serok xwe li ber Komeleya Nivîskaran a Amedê nagirin
Weşandin di roja 20.December.2005

Rojane Komeleya Nivîskarên Kurd ku li Amedê bi navê Kurd Pen hatibû avakirin careke din di kargeriya xwe de nûbûn çêkir. Serokê komeleyê Rêzan Tovjîn ku piþtî îstifaya Serkeft Botan hatibû hilbijartin, duh di civîna li saziyê de îstifa kir.
Li gor agahiyên ku Hemdemê bi dest xistiye, Tovjîn di civîna rêveberiya Komeleya Nivîskaran a duh de gotiye "Heta niha êrîþeke tund li ser komeleya me hebû.

Di navbera hin kesên rêveberiyê de þerê serokbûnê hate dayin. Her wiha Kurd Pen a ku li Almanya ye jî êrîþeke bêwijdan û bêsînor bi ser me de anî.Em kirin ajan, sîxur, nenivîskar, sextekar û hwd. Lê îro em wekî sazî îdia dikin ku demokrasiya di nav me de di nav kêm saziyên kurdan de heye. Îro tevî ku hevalên me naxwazin jî, li dij derdikevin jî, ez îstifa dikim. Lewre ez dizanim ku di nav me de kesên dikarin ji min çêtir bikin hene."

Tê ragihandin ku Tovjîn ji bo dema xwe bêhtir bide ser xebatên saziya nû KARGER'ê, îstifa kiriye.

Di rêveberiya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd de Edîb Polat wekî serok, Mehmet Yilmaz wekî cîgirê serok, Rêzan Tovjîn jî wekî sekreter hatin hilbijartin.

Komele dê îro li avahiya saziyê civînekê li dar bixe û ji bo hin çalakiyên ku hatine organîzekirin biryarên nû bistîne.

Hemdem.com û celadet.com

 

Li Wan û Beyazîdê, bûyera Þemdînan hat þermezarkirin

 KSN/ 12/11 2005- Xelkê Wanê ji bona piþtgirîya xwe ji xelkê Þemdînan re dîyarbikin û terora ku ev bû demeke ji alîyê dewletê ve li Þemdînanê tê kirin  þermezar bikin,  xwe pêþandan li darxistin. Wek her dem, polisa bi bombeyên gazê êriþê ser xwepêþanderan kirin û dinavbera wan de pefçûn derket. Tê ragihandin ku li piþîya bînaya DEHAPê daxwîyanî ji alîyê komek mirovan ve hetîye xwendin û paþê xelk ber bi navenda bacêr meþîyan û  agir berdan erebeyek polisa.

 

 

 

 

Tê gumankirin ku teqînên li Şemdînan, JITEMa Tirk kirî

KSN/ 10/11 2005- Do li Şemdînana careka din teqîn çêbû û 7 kes birîndarbûn. Yek ji birîndaran bi navê Mehmet Zahir Korkmaz li nexweşxanê mir. Ew kesê bombe teqand, ji alîyê xelkên bajêr ve hate girtin û xwestin wî lînç bikin, lê polis sîlih teqandin û ew ê ku bombe teqandibû ji destê xelkê deranî. Paşê derket ku ew ê bome taqandîye esker e, lê cilên sivîl li xwe kirîye. Di baxaca ereba wî de du keleşkof û du bombe hatin dîtin. Li ser vê yekê, xelkê Şemdînan daketin kolanên bajêr û bûyer şermezarkirin.

Polisên Tirk gule barand ser xwepêşanderan û 4 kes birîndarbûn. Piştre milet bir bi binaya hukumetê çûn û rê ji aliyê polisan ve hat girtin. Xelkên bajêr dîregên elektirîkê wergerandin û êrişê ser cîyên polisan kirin. Serokê Şaredarîya Şemdîna Xurşîd Tekin, bang li milet kir ku xwe ji talan û şewata bajêr dûrbixînin û em dixwazin vê bûyere zelal bikin.

Paşê dozgerê Şemdînan xwest li cîyê bûyerê keşif bike, lê ji alîyê hin kesên tarî de ku tê bawerkirin ku JITEM e, bi silihan li cîyê keşfê xistin û mirovek bi navê Ali Yilmaz hate kuştin û 2 kesên din jî birîndarbûn. Dozger neçar ma ku keşfê  di nîvî de bihêle, piştî xelk belevbûn, dozger carek din hate ciyê bûyerê û keşif qedand.

Berîya du heftan, dîsa li Şemdînan teqîn çêbûbû û 23 kes birîndar bûbûn û 67 xanî û karxane xirab bûbûn. Wê demê rayedarên Tirk bûyer kiribûn sitûyê PKKê. Lê PKKê ev bûyer redkiribû û gotibû ku tu eleqa me bi vê bûyerê tune.

Wusan tê bawerkirin ku dîsa MÎT û JÎTEM a Tirk dst pirovekasyonan kirî û dixwaze carek din jîyanê li xelkên deverê bike cehenem.

Çavkanî: www.serhat.net


Gratis Homepage von Beepworld
 
Verantwortlich für den Inhalt dieser Seite ist ausschließlich der
Autor dieser Homepage, kontaktierbar über dieses Formular!